Ev keştiya han balefirên B52 vediguhêze.
Jêderên çapemeniya cîhanî belav kirin ku duhê Amerîka keştiyeke cengî yaku balefirên mezin yên bordiman kirinê B52 jî vediguhêze şandiye Kendavê.
Li ser vê mijarê wezareta berevaniya Amerîkayê diyar kiriye ku piştî gehêştine du balefirên bombavêj yên B52, Amerîka bi mebesta piştîvanî kirina vekêşîna hêzên xwe ji Efxanistanê, keştiyeke cengî yaku balefirên B52 jî vediguhêze, şandiye Kendavê.
Erkê keştiya han berevanî kirin ji hêzên Amerîkiye ku dixwazin di meha Îlonê de ji Efxanistanê vekêşin.
Balefirên B52 yên Amerîkî jî yên ku li deverê hatine bicîhkirin vê piştîvaniya prosesa vekêşînê bikin û hêzên Amerîkî di dema vekêşînê de biparêzin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin