47 sal biser bordiman kirina Qeladizê re derbas dibe

bi sedan welatiyên medenî şehîd ketin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê rejîma Besê ve hatibû bordimankirin.

Îro 24ê Nîsanê, 47mîn salvegera bordiman kirina bajarokê Qeladizê ye ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve.

Di roja 24 Nîsana 1974an de rejîma Bes di çarçoveya tawanên xwe yên hovane yên li dijî gelê Kurd de, bajarokê Qeladizê bi tundî bordiman kir. Di heman bordimana han de zanîngeha Silêmanî yaku vê demê jiber zextên rejîmê bo Qeladizê hatibû veguhastin jî hate bordiman kirin.

Di encama wan bordimanan de hijmareke zêde Xwendekarên zanîngeha Silêmanî û şêniyên medenî yên bêtawan yên Qeladizê jî şehîd ketin û hijmareke zêde jî birîndar bûn.

Bi sedan mal û xaniyên welatiyan jî wêran bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.