Muqteda Sedir: Hin alî dixwazin hilbijartin werin paşxistin

dibêje komên çekdar wisa dikin ku hêzên biyanî nevekêşin.
کوردستان TV
100%

Dibêje hewl bo têk birina aramiya welat didin.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê peyamek belav kiriye û di peyama xwe de huşdarî li hember hewlên têkbirina aramiya Îraqê daye.

Sedir di peyama xwe de nivîsandiye: Êrîş kirine ser hêzên biyanî li Îraqê ji aliyê komên çekdar ve, hewldana hin aliyane bo têk birina aramiya welat û dixwazên bi têk birina aramiya welat hilbijartinên Îraqê paş bixin.

Sedir herwiha nivîsandiye: Armanceke din ya wan êrîşan ewe daku hêzên biyanî ji biryara xwe ya bo vekêşanê ji Îraqê poşman bikin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku mayîna hêzên biyanî li Îraqê bo komên çekdar bo beşdarbûn di şerê navbera Îsraîl û Sûriyeyê de başe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.