Rûsya ferman bi artêşa xwe daye

dibêje yekem car êrîşî ser tesîsên dabîn kirina avê dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje bo şerê amade bin.

Aloziyên herêma Donbasê ya li Rojhilatê Ukraynayê di navbera Rûsye û Ukraynayê de didomin û her du alî hêzên xwe yên leşkerî li herêmê kom kirine û amadekariyên şer kirine.

Her di vê çarçoveyê de rojnameya Daily Mail ya Brîtanî li ser zarê çend jêderên leşkerî belav kiriye ku heta niha Rûsye zêdetir ji 40 hezar leşker li deverê kom kirine û ferman bi zêdetir ji 80 hezar leşkerên xwe kiriye ku bi her awayî xwe bo şereke mezin amade bikin.

Daily Mail diyar kiriye ku jêderên leşkerî dane zanîn ku yekem armanca Rûsyeyê di şerê Donbasê de ji nav birina tesîsên dabîn kirina avê ya Ukraynayê ne.

Çavkanî bivîsandiye ku niha zêdetirî 150 hezar leşkerên Rûsî li herêma Kirimiyayê ne û mimkune piştî ji nav birina tesîsên avê, Rûsye dest bi êrîşên xwe yên asmanî bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.