Balyozê Tirkiyeyê xatira xwe ji Serokwezîr xwest

pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

Îro serdana Hewlêrê kiribû.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kir û piştî bi dawî hatina civînê, derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye:

Îro yekşem 18 Nîsana 2021an me pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê Fatih Yildiz kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq, deverê û pere pêdana têkiliyên du alî kir.

Me tekez li ser girîngiya pere pêdana têkiliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê di her warî de bi taybetî di warê bazirganî û bihêztir kirina hemahengiya navbera her du aliyan li ser esasê berejwendiyên hevbeş û têkiliyên hevseng kir.

Me spasiya balyozê Tirkiyeyê kir ku, jiber dawî hatina pîwerdariya wî li Îraqê ku kar bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.