Îro li Pîrmamê civiyan.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê nunerê taybetî yê wezareta derve ya Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê David Brownstein kir.
Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, David Brownstein êrîşên vê dawiyê yên bo ser Hewlêr û balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê mehkûm kir û balkêşande ser rola Serok Barzanî ya bo parastina aramiyê û piştîvaniya welatê xwe jî bo Kurdistanê diyar kir.
Di berdewamiya civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd li vê welatî, behsa metirsiyên teror û hizra tundrewiyê jî hate kirin û tekez li ser hemahengiya tevahiya aliyan bo rûbirû bûna teror û metirsiyên terorê hate kirin.
Pêşeroja gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî hate nirxandin û her du alî hêviya vê yekê xwestin ku aliyên Kurdî jî di diyaloga Kurdî Kurdî de serkeftî bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin