Hevkarî daye 500 malbetên xizan.
Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî û însanî de, îro dezgeha xêrxwaziya Barzanî li Parêzgeha Helebceyê hevkariyên curbicur li ser malbetên xizan yên li vê parêzgehê dabeş kir.
Di vê çalakiya han de DXB hevkariyên xwe yên ku bi hevkariya kompaniya Korek telekom hatine dabînkirin li ser 500 malbetên xizan yên li bajarokên Sîrwan, Xormal û navenda bajarê Helebceyê dabeş kir.
Hevkariyên han pêk hatibûn ji xwarin û erzaqê û di rojên derbasbûyî de jî li devera Seyid Sadiq û Şarezûrê jî bi heman awayî hevkariya 500 malbetên xizan kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin