Wezareta navxwe dibêje tenê zirarên madî hene.
Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya îşev bo ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê daxuyaniyek balev kir.
Di daxuyaniyê de wezareta navxwe diyar kiriye ku êrîş bi dorneyeke bombekirî pêk hatiye, ti zirarên canî yên êrîşê tunene lê zirarên madî gehêştine bi bînayekê li balefirxaneya Hewlêrê.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku lêkolîn li ser bûyerê û cîhê ku mûşek jê hatine avêtin berdewamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin