Li Tehranê jiber Koronayê canê xwe ji dest daye.
Hunermend û Sînemakarê Kurd xelkê Merîwanê, Mensûr Çemenî jiber Koronayê li Tehranê koça dawî kir.
Mensûr Çemenî ku di sala 1976an de li Merîwan ji dayik bûye, li Tehranê dijiya û di ware hunerî û sînemayî de xizmeteke mezin pêşkêşî huner û sînemaya Kurdî kiriye û di nava tevahiya berhemên hunerî û sînemayî yên wî de êş û azarên gelê Kurdistanê hatine diyarkirin.
Berhem û fîlmên Çemenî beşdarî çendîn festîvalên cîhanî û herêmî kirine û kariye çend xelatên girîng jî bidest bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin