Serokwezîrê Kurdistanê di 33 saliya prosesa enfalê de peyamek belav kir.
Di bîranîna 33 saliya prosesa reş ya Enfalê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kiriye û têde behsa vê yekê dike ku armanca prosesa enfalê ji nav birina gelê Kurdistanê bû. Ev naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzaniye:
Îro 33 sal bi ser prosesa reş ya enfalê re derbas dibe, ku rejîma têkçûyê ya Besê, bi armanca genocide kirina gelê Kurdistanê bi 8 qonaxan bi hezaran hemniştimaniyên bêtewanwenda kir û bi zindî çal kirin. Bi hezaran gund û bajarok û bi hezaran mizgeft û dibistan û bi dehan dêr ên Kurdistanê wêran kirin. Rez û bax û zeviyên cotyaran şewitand û kaniyên avê teqandin û bingehên jiyanê jinavbirin. Di vê bîranîna tejî ji êş de, bi rêzdarî ve şehîd û qurbaniyên wê komkujiyê em bibîrtînin.’’
Hikûmeta herêma Kurdistanê di demekê de ku daxwaza qerebû kirina madî û menewî ya kesûkarên qurbaniyan û xelkê ku ziyan dîtiye ji ber wê prosesa hovane ji hikûmeta federal a Iraqê dike, heman demê de kar dike bo ku xizmetekî zêdetir ji kesûkarên enfalbûyan re bike û jiyaneke bi şiko bo wan ava bike.’’
Hêvîdarim ew bîranînê em bikin palder bo bihêz kirina yekrêziya niştimanî û kûrkirina giyana tebayî û biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelên navçeyê de.
Silav li canê paqij ê şehîdan û qurbaniyên enfalê, ku em bibîrtînin û bîranînên wan hertim di dilê me de zindî bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin