Mesrûr Barzanî: Emê berdewam bin li ser ava kirina deverê

dibêje emê maf û daxwazên Êzidiyan biparêzin.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta hatina sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta peyamê ye;

Peyama pîrozbayî ya Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebeta hatina sersala olî ya Êzidiyan

Bi minasebeta hatina cejna sersala olî ya Êzidiyan, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim sala nû sala şadî û bextewerî û bidawî hatina nexweşî û derdeseriyan be.

Bi vê minasebeta han gerentî didin xuşik û birayên Êzidî  ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştîvaneke bihêze bo daxwazên reva yên Êzidiyan û tevahiya karînên xwe bikar tîne bo xizmet kirina zêdetir ya Êzidiyan û kar kirin ji bo vegerandina awareyan û avedan kirina deverên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta fedralî ya Îraqê û civaka navnetewî.

Bêgoman cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî ya Îraqê û derxistina çekdarên derqanûnî ji Şingalê egereke girîng ya vegerandina ewlekarî û aramiyê ye bo deverê.

Serokê hikûkmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.