Wezîrên welatên G7 bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku tevgerên Rûsya yên li ser sînorê Ukrayna û li Qirim ya ‘’bi awayekî neqanûnî hatiye dagîrkirin’’ fikaran çêdikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevgerên leşkerî yên mezin yên bê agahdarkirin çêdibin, dibin gef û bêîstîqrariyê çêdikin.
Wezîrên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Rûsya kirin ku ‘’provokasyon’’ê biqedîne û li gor berpirsîyên navneteweyî girjiyê kêm bike.
Wan wezîran xwest ku Rûsya li gor berpirsiyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) tevbigere.
Wezîrên dan zanîn ku ew piştgiriya serxwebûn û serwerîya Ukrayna dikin.
Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku Wezîr Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser ‘’êrîşvanî leşkerî’’ya Rûsya axifîne.
Rûsya dijî wan bangan îdia dike ku tevgerên yekîneyên wê bo berevanîyê ne.
Girjiya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin