Îran welatiyeke din yê Kurd darve kir

beriya du salan hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Li Parêzgeha Xorasanê darve kiriye.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, duhê duşem li girtîgeha navendî ya bajarê Bîrcend ya li parêzgeha Xorasana başûr welatiyekî Kurd yê bi navê Erselan Muradî yê ku beriya du salan bi hinceta bazirganî kirin bi madeyên hişber hatibû girtin, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.

Erselan Muradî xelkê bajarê Dîwandere ya Rojhilatê Kurdistanê ye, beriya du salan li Xorasanê bi hinceta bazirganî kirin bi madeyên hişber hatibû girtin û cezaya darve kirinê jê re hatibû dayîn û duhê li girtîgeha Bîrcend ya li Xorasana başûr hatiye darvekirin.

Kesûkarên Muradî ji Hengawê re eşkere kirine ku rayedarên rejîmê rê nedane wan bo cara dawî li gel Erselan hevdîtinê pêk bînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.