Îtîrafên wan jî belav kir.
Îro civata ewlekariya Kurdistanê ragihand ku li gor zaniyariyên rast û dirost ku destê wan ketine, karîne tîmeke terorîstî ya DIŞIê ku pilan kiribû li Kurdistanê de kiriyarên terorîstî pêk bîne binçav bike.
Civata ewlekariya Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku ev tîma han ji du terorîstên DIŞIê bi navê Hecî Ebdulah waliyê terorîstên DIŞIê li Bakûr ( Kurdistan) û Ebû Emîr Yemenî welayeta Bakûr pêk hatiye û hêzên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê karîne wan binçav bikin.
Di daxuyaniya CEK de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev her du terorîstên han di lêpirsînên destpêkê de li xwe û pîwerdariyên ku ji wan re hatine diyarkirin mokir hatine û îtîraf kirine ku xwestine li Kurdistanê de kiriyarên terorîstî pêk bînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin