Bi minasebeta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;
Bi minasebeta hatina meha pîroz ya Remezanê, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim. Xwedê mezin û dilovan nimêj û rojû û nizayên me qebûl bike û hatina meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşî û aramiya zêdetir bo xelkê Kurdistanê.
Ev minasebeta han ya pîroz bi derfet dizanim daku careke din daxwaz ji Kurdistaniyan bikim ku pêbendî rêkarên xweparêziyê û şîretên tendirostiyê bin ku baştirîn rêye bo xwe parastin ji Koronayê.
Spasiya Mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim ku bo hişiyar kirina civakê û cîhbicîh kirina rêkarên xweparêziyê hevkarin û xwedan roleke girîngin.
Xwedayê mezin Kurdistan ji nehametiyan biparêze
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin