Heta niha nêzî 3 miliyon kesan canê xwe ji dest dane

li Amerîkayê zêdetir ji 500 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%


Hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
Li gor raporta zanîngeha Johns Hopkinsê Korona hîn jî li cîhanê metirsiyeke mezin ya tendirostiye û berdewame li ser kuştina xelkê.
Zanîngehê belav kiriye ku heta niha li seraserê cîhanê, 2 miliyon û 937 hezar û 96 kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li Amerîkayê 562 hezar û 66 kes canê xwe ji dest dane û bi vê awayî hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
Herwiha li Brazîlyayê jî 353 hezar û 173 kes canê xwe ji dest dane û li Meksîko jî 209 hezar û 338 kes canê xwe ji dest dane.
N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.