Blinken, Rûsya ser helwestên dijî Ukrayna hişyar dike

ev demêke di navbera her du aliyan de dîsa şer destpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, Rûsya ser êrîşvanîya dijî Ukrayna hişyar kir.

Blinken di kanala NBC de dîyar kir ku ger Rûsya dijî Ukrayna bi awayekî êrîşvan tevbigere ewê encam û bedelên wê giran bin.

Blinken got: Li sînorê Ukrayna, ji dagirkerîya Rûsya vir ve, ku di sala 2014’an de destpê kiribû, cara pêşî ye ewqas yekîneyên leşkerî hatine bi cîh kirin. Jiber wê em bi hevalbendên xwe yên li Ewrupa re di danûstandinê ne.

Wî dîyar kir ku Serok Joe Biden ser helwestên Rûsya zelal e û da zanîn ku ew naxwazin ku Rûsya dijî Ukrayna bi awayekî êrîşvan tevbigere.

Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell jî di rojên borî de dîyar kiribû tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna bi wan re fikar çêkirine û dabû zanîn ku ew li hember Moskowê ‘’bêguman’’ piştgirîya Kîevê dikin.

Girjiya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.