Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Koreya başûr kirin.
Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Bazanî pêşwaziya balyozê Koreya başûr yê li Bexdayê Jang Kyung-wook kir.
Di civînê de ku Konsulusê Koreya başûr yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Koreya başûr hate kirin.
Her di heman civînê de balyozê Koreya başûr amade bûna welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warên abûrî, bazirganî, çandî û pêşkêş kirina hevkariyan bo koçber û penaberên li Kurdistanê de.
Di berdewamiya civînê de Serokwezîr jî spasiya hevkariyan Komara Kore kir û balkêşande ser dostatiya bihêz ya di navbera Kurdistan û Koreya başûr de ku di salên derbasbûyî de çend projeyên girîng yên bo pere pêdana abûriyê li Kurdistanê de cîhbicîh kirine û piştîvaniya xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyên navber her du aliyan diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin