Bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû.
Piştî bi dawî hatina civîna civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro çarşem 7 meha Nîsana 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, jiber pejrandina proje bûdceya fedralî ya sala 2021an me spasiya şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, erkên xwe bi başî cîhbicîh kirine û me balkêşande ser vê yekê ku şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê di nava bûdceya fedralî de, mafeke destûrî û rewa ya herêma Kurdistanê ne.
Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêbende bi xalên destûrî yên bûdce û me daxwaz ji hikûmeta fedralî jî kir daku pêbendiyên xwe li hember herêma Kurdistanê cîhbicîh bike.
Di berdewamiya civînê de me ev yek diyar kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser prosesa reforman û kar kirin bo zêdetir kirina dahat û kêm kirina xerciyan bo dabîn kirina mûçeyên mûçexorên şayîste û geşe pêdana rewşa abûrî ya herêma Kurdistanê.
Di beşeke din ji civînê de, Cîgirê Serokwezîr û Serokê şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hikûmeta fedralî, bi awayekî kurt behsa giftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hevdem li gel spas kirina endamên şandê, behsa vê yekê jî kir ku, lazime her du hikûmetên fedralî û herêmê, pêbend bin bi wan şîret û rênimayiyên ku pişt re tên belavkirin bo cîhbicîh kirina proje bûdceya 2021an û got: Li ser giftûgoyên xwe yên li gel perleman, hikûmet û aliyên Îraqî me tekez li ser pêbend bûn bi destûr kiriye bo dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê.
Di rojeva dudiyan ya civînê de wezîrê pilandanîn raportek derbarê amadekariyên dawî yên taybet bi nirxandina bernivîsa yekem ya bûdceya herêma Kurdistanê ya bo sala 2021an pêşkêş kir û tekez li ser vê yekê kir ku, boa made kirinê pêngavên baş hatine avêtin û di pêşerojeke nêz de ev proje qanûna han tê amadekirin.
Di dawiya civînê de giftûgo derbarê rewşa tendirostî ya herêma Kurdistan û çawetiya rûbirû bûna belav bûna zêdetir ya Korona hate kirin û me daxwaz ji welatiyan kir daku pêbendî şîretên tendirostî bin bo kêm kirina hijmara berketiyên Koronayê bi taybetî niha ku hijmara pêketiyan di zêde bûnê deye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin