Li gel aliyên têkildar yên leşkerî yên Îraqê dicive.
Jêderên ewlekarî yên Îraqê ragihandin ku duhê Fermandarê hêzên Qodis yên Îranê Îsmaîl Qaanî bi serdanek gehêştiye Bexdayê.
Ev jêderên han diyar kirine ku Qaanî di çarçoveya serdana xwe de vê li gel hin alî û berpirsên leşkerî yên li Bexdayê bicive.
Hate zanîn ku Qaanî di civîn û hevdîtinên xwe yên li gel aliyên Îraqî de vê giftûgo li ser destpê kirina gereke din ya diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin