Di navbera artêşa Sûriye û çekdarên Îranî de pevçûn çê bû

ev 3 roje pevçûn berdewame.
کوردستان TV
100%

Ev yekem care di navbera çekdarên Îranî û artêşa Sûriyeyê de pevçûn çê bibe.

Li gor zaniyariyên berdest, çekdarên şîe yên ser bi Îranê yên ku li Sûriyeyê ne, li nêzî Şamê kemînek bo hêzên artêşa Sûriyeyê danîne.

Di kemînê de herî kêm 9 leşker û berpirsên artêşa Sûriyeyê wenda bûne, artêşa Sûriyeyê jî dibêje ev leşkerên me ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve hatine revandin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku artêşa Sûriyeyê bo azad kirina leşkerên xwe li dijî çekdarên Îranî operasiyon kiriye û di encam de di navbera artêşa Sûriye û çekdarên Îranî de pevçûn çê bûye.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin lê artêşa Sûriyeyê dibêje Îran bo ku xwe li deverê bihêztir bike hewl dide aloziyan li deverê çê bike.

Ew sê roje di navbera her du aliyan de pevçûnên dijwar hene.

Weke tê zanîn hijmareke zêde çekdarên Îranî li Sûriyeyê di bin navê lîwaya Fatimiyûn de hene û li gel artêşa Sûriyeyê beriya niha şerê dijî çekdarên din dikirin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.