Bi darê zorê pere ji welatiyekî stendin.
Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê ragihand ku, piştî welatiyek li cem wan doz vekiriye û gotiye du kes bi darê zorê 100 hezar dolar û 60 miliyon dînar jê stendine, hêzên polîs jî li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku piştî bi dawî hatina lêkolînan, ev her du kesên han ku ev tawan kirine, hatine nasîn û di operasiyonekê de jî aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.
Di daxuyaniyê de ev yek hatiye eşkerekirin ku niha dosyeya wan du kesan amadeye û li tawana xwe mokir hatine û vê bo darizandin bo dadgehê werin şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin