Li Kampa Holê 125 endamên DIŞIê hatin girtin

20 ji wan berpirsên kuştina xelkê ne di nava kempê de.
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî operasiyon destpê kiribû.

Çapemeniya nêzî HSDê belav kir ku qonaxa yekem ya operasyona li dijî şaneyên razayî yên DIŞIê li kampa Holê bidawî bû û di encamê de 125 endamên şaneyên razayî yên DIŞIê hatine girtin ku 20 ji wan ji ber bûyerên kuştinê yên di kampê de berpirs in.

Qonaxa yekem ji operasyona li dijî şaneyên razayî yên DIŞIê li kampa Holê bidawî hat û hêzên asayîşa naxweyî ya Rêveberiya Xweser di daxuyeniyekê de ragihand ku wan 125 endamên şaneyên razayî yên DIŞIê girtine 20 ji wan di ber bûyerên kuştinê yên di kampê de berpirs in.

Çavkaniyên ewlekarî yên kampa Holê ya başûrê rojhilatê Hesekê ragihandin, li aliyê din li ser eşkerekirina çekdarekî DIŞIê, termên du kesên ku hatibûn kuştin. Hêzên ewlekariyê ew termên ku dîtine, yên zilam û jinekê ne û serê yekê ji wan hatiye jêkirin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.