Laşê vê parçe parçe kiriye.
Penaberekî Îraqî bi navê Ezam Mengûrî ku li Brîtanyayê dijî û biryar bû di pêşerojê de bo Îraqê were deportkirin, jineke Brîtanî kuştiye.
Li gor zaniyariyên berdest, ev penaberê Îraqî yê ku temenê wî 35 sale, di meha 9 ya sala derbasbûyî de jineke Brîtanî temen 32 sal kuştiye û pişt re jî laşê vê parçe parçe kiriye.
Ev tawanbarê Îraqê piştî eşkere bûna dêmenên kamêreyan, li xwe û tawana ku kiriye mokir hatiye.
Heta niha çar care dadgeh li ser vê dosyeya han rûnîştin kiriye û duhê li dadgehê de tawanbar bi eşkere li tawana ku kiriye mokir hatiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin