Şerê li Îdlibê dîsa destpê kir

pêgehên komên cîhadî hatine bordiman kirin.
کوردستان TV
100%

Rûsye li cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê da kuştî û birîndar hene.

Li gor zaniyariyên herêmî, piştî ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, nehêştin xelkê medenî ji wan her sê rêyan ku weke kirîdora însanî tên binavkirin û li gor lihev hatina Tirkiye û Rûsyeyê hatibûn vekirin, fêde bistînin, Rûsye jî live û tevgerên xwe yên leşkerî li Îdlibê zêdetir kir.

Hate zanîn ku îro danê sibê balefirên şer yên Rûsyeyê li Îdlibê êrîşî ser mûziyên komên cîhadî yên ku Tirkiye piştîvaniya wan dike, kirine û di encama êrîşên han de hijmareke zêde cîhadî hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Hefteya derbasbûyî jî Rûsye 4 keştiyên din yên şerê şandibû Rojhilatê behra Spî û pispor jî behsa vê yekê kiribûn ku ev amadekariye bo destpê kirina operasiyoneke berfire li îdlibê.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.