Jiber ku beşdarî di ahengên newrozê de kirine têne girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê berdewamin li ser operasiyonên xwe yên li dijî welatiyên Kurd.
Hengawê belav kiriye ku hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li seraserê Rojhilatê Kurdistanê, operasiyonên xwe didomînên û welatiyên Kurd bi taybetî ciwanên Kurd bi hinceta beşdarî kirin di ahengên newrozê de binçav dikin.
Navenda han eşkere kiriye ku heta niha bi tenê li bajarê Baneyê 5 welatiyên Kurd hatine girtin û fikar hene ku ev hijmara han hîn jî zêdetir bibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin