Îro 30 sal bi ser koça girseyî ya Kurd re derbas dibe

koça girseyî bû sedema ava kirina herêma tampon û herêma federal ya Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

 

Jiber zilma Sedam û rejîma wî gelê Kurd bi awayeke girseyî koç kir.

Di roja 31ê Adara 1991an de, gelê Kurdistanê jiber zilmên rejîma dîktator ya Besê û herwiha bo red kirina bindestî û jiyaneke nebaş, bi awayeke girseyî koç ber bi sînor û welatên cîran ve kir.

Ev koça han ya girseyî piştî raperîna mezin ya gelê Kurd bû, ev koça han weke referandûmek bû bo red kirina bindestî û bêîradeyî.

Îro 30 sal bi ser koça han ya girseyî re derbas dibe. Ev koça han bû sedem ku raya giştî ya cîhanê balê bide ser pirsa Kurd li başûrê Kurdistanê û herêma dije firîn ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve were ragihandin û bi vê rengî jî hêdî hêdî bingeha ava bûna herêma federal ya Kurdistanê hate avêtin.

M: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.