Jiber nebûna ewlekarî û kêşeyên civakî naxwazên vegerin cîhên xwe.
Bîrmendê wezareta karûbarên koç û koçberên Îraqê Kerîm Nûrî ragihand ku rixmî hewlên hikûmeta Îraqê yên bo vegerandina aware û koçberên Îraqê bo ser cîhên xwe, lê awareyên Îraqî yên ku li herêma Kurdistanê û kempên herêma Kurdistanê de dimînin naxwazin vegerin cîhên xwe.
Kerîm Nûrî ragihand ku niha zêdetir ji 24 hezar malbetên aware û penaber yên Îraqî li kempên herêma Kurdistanê dene û jiber nebûna xizmetgozarî, ewlekarî û herwiha jiber kêşeyên civakî rixmî hewldanên hikûmeta fedralî lê naxwazin vegerin cîhên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin