Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 132 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusa korone jiyana xwe ji dest dane du jin ji Hesekê ne û mêrek jî ji Qamişlo ye.
Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 kesên ku bi koroneyê ketine 76 mêr in û 56 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 21
Qamişlo: 46
Dêrik: 12
Dirbesiyê: 3
Reqa: 12
Çilaxa: 4
Tebqa: 9
Kobanê: 7
Dêrazor: 13
Minbic: 5
Mistefa diyar kir ku 3 kesên ku berê bi korona ketibûn jî baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyan hejmara pêketiyên koroneyê gihaşt 9 hezar û 898 kesan, ji wan 375 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 303 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin