Dorpêçên Amerîkayê rê nadin ku Îraq pere bide Îranê.
Peyvdarê wezareta elektirîkê ya Îraqê Ehmed Ebadî ragihand ku Îraq ji ber kirîna elektirîkê ji Îran, gelek deyndarê Îranê ye.
Ehmed Ebadî diyar kiriye ku jiber dorpêçên ku Amerîka li ser Îranê daniye, heta niha Îraq nikariye deynên xwe bide Îranê.
Ebadî diyar kiriye ku niha Îraq bi giştî bi qasî 2 miliyar û 600 miliyon dolar pereyê elektirîkê deyndarê Îranê ye û Îran jî jiber deynên xwe şandina gaza xwezayî bo kar kirina sentiralên elektirîkê yên li Îraqê gelek kêm kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin