Komîteya rûbirû bûna Koronayê dicive

mimkune rêkarên tendirostî werin şidandin.
کوردستان TV
100%

Derbarê rêkarên xweparêziyê de nîqaşan dike.

Biryare îro komîteya rûbirû bûna Koronayê bi amadebûna wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî bicive.

Di civîna îro ya komîteyê de vê nîqaş li ser çawetiya pêşî girtin ji belav bûna zêdetir ya Koronayê tê kirin.

Duhê wezîrê tendirostî Dr, Saman Berzencî diyar kiribû ku vê di civîna îro ya komîteyê de nîqaş li ser şidandina rêkarên xweparêziyê were kirin.

Weke tê zanîn ev demêke ku hijmara pêketiyan bi Koronayê gelek zêde bûye û tê gotin ku mimkune dîsa qedexeya hatûçû were ragihandin lê aliyên fermî yên têkildar heta niha li ser vê mijarê ti tiştek negotine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.