Pêşkêşvana Kurd Azade Namdarî bi awayekî biguman mir

goman li ser mirina wê hene.
کوردستان TV
100%

 

Li paytexta Îranê pêkêşkvana Kurd Azade Namdarî ya ducanî li mala xwe bi rengekî biguman mirî hate dîtin.

Medyaya Îranê duh êvarê ragihand ku li paytexta Îran Tehranê spîkera Kurd Azade Namdarî ya ji bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatine dayîn cenazeyê Azade Namdarî ya ducanî li mala wê ya li avahiyeke Tehranê hatiye dîtin. Ew çend roj bûn malbata wê nedikarî xwe bigihîninê, dema ku telefonî wê dikirin bersiv nedida.

Azade Namdarî sala 1984’an li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û ji temenê 19 salî ve li televîzyona xwecihî Zagros (taybet a Kirmaşanê ye) dest bi pêşkêşvaniyê dike. Piştre ji ber serkeftina wê li kanalên din ên Îranê dest bi kar dike û bi nav û deng dibe. 12 salan ev kar kiriye. Piştre ji ber ku bi awayek veşartî li Swîsre wêneyek yê wê bêkefî hatibû kişandin, ji karê pêşkêşkariyê tê dûrxistin û derketina wê ya li televîzyonê tê qedexekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.