Dibêje hijmara pêketiyan zêdetir dibe.
Peyvdarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê Dr, Aso Hewêzî raghiand ku duhê hijmara herî zêde ya pêketiyan li Kurdistanê de hatiye tomarkirin, cîhên xevandina nexweşan li nexweşxaneyan û herwiha cîhên çavdêriya hûr ya nûjdarî li nexweşxaneyan hêdî hêdî tîje bûne.
Ji aliyeke din ve birêveberê tendirostiya Silêmanî Dr, Sebah Hewramî jî diyar kir, ku ji bilî koronaya kevin, sê cureyên din yên koronaya guhertî hatine dîtin, niha rewş gelek metirsîdare.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê herwiha daxwaz ji welatiyan dike daku, xwe û kesûkarên xwe biparêzin û rêkarên tendirostî cîhbicîh bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin