Dibêje xizmetên wî cîhê rêzdariyê ne.
Serok Barzanî jiber koça dawî ya Profsor Qedrî Yildirim peyameke sersaxî pêşkêş kiriye ku naveroka peyamê jî wisaye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê nîştimanperwer û Akademîsiyenê Kurd li Bakûr, Mamosteyê her du zanîngehên Diyarbekir û Mardîn, Prof, Dr, Qedrî Yildirim, gehêşte me.
Lêkolîn û xebatên wî yên di ware edeb û wêjeya Kurdî û pêşde birina wêjeya Kurdî de cîhê rêzdariyê ne, ji dest dana kesayetiyek weke Qedrî Yildirim wendahiyeke gelek mezine.
Sersaxî didim malbet, kesûkar, dost, hevalên wî û tevahiya rewşenbîrên Kurdistanê, hevparê xema wanim.
Xwedê mezin rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
27ê Adara 2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin