Mamoste Qedrî Yildirim li Amedê bi axê hat spartin

duhê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.
کوردستان TV
100%

Zimanzan, dîroknas û rewşenbîr Prof. Dr. Qedrî Yildirim li Amedê bi axê hat spartin.

Mamoste Qedrî Yildirim ku duh koça dawî kiribû, îro li Goristana Yenîkoy a Amedê bi axê hat spartin.

Di merasîma bi xakspartina cenazeyê mamoste Qedrî Yildirim de girseyeke zêde ya xelkê beşdar bûn.

Nûner û berpirsên partiyên siyasî û civaka sivîl û weşanger jî di merasîma bixakspartinê de amade bûn.

Yildirim ji bilî ku rewşenbîr, zimanzan û akademîsiyenekî jêhatî bû, hevdem siyasetmedarekî nîştimanperwer û Kurdperwer jî bû û demek jî parlementerê HDPê bû.

Weke tê zanîn beriya çend mehan bi Koronayê ketibû, û pişt re jî jiber nexweşiyek rewşa wî ya tendirostî têk çûbû û duhê li nexweşxaneyê de koça dawî kiribû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.