Li Erbîlê cîhên torîstîkî hatin paqêjkirin

hijmareke zêde xelkê dilxwaz beşdarî kempînê bibû.
کوردستان TV
100%

 

Parêzgarê Hewlêrê jî beşdariya kempîna paqêjkirinê kir.

Îro şemî danê sibê, bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav, dest bi kempîna paqêj kirina cîhên torîstîkî yên Hewlêr û derdorê hate kirin.

Kempîn ji cîhên torîstîkî yên Rojhilatê Hewlêrê destpêkir û têde Parêzgarê Hewlêrê, hijmareke zêde çalakvanên jîngehparêziyê û xelkê dilxwaz jî amadebûn.

Di destpêka destpê kirina kempînê de daxwaz ji xelkê hate kirin ku qedirê jîngeh û cîhên torîstîkî yên Kurdistanê bizanin û wan paqêj rabigirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.