Li Parêzgeha Selahedînê êrîşî ser terorîstên DIŞIê hatiye kirin.
Fermandariya operasiyonên hevbeş yên artêşa Îraqê îro şemî ragihand ku li ser esasê zaniyariyên îstîxbaratî yên ku destê wan ketine, li Parêzgeha Selahedînê çend pêgehên terorîstên DIŞIê bordiman kirine.
Di daxuyaniya Fermandariya operasiyonên hevbeş de hatiye diyarkirin ku duhê bi şev heta îro danê sibê, balefirên şer yên Îraqê çend caran êrîşî ser pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Hemrînê kirine.
Di encama bordiman û êrîşên han de hijmareke zêde pêgehên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku ji şeva înê heta roja şemî danê sibê bi giştî 19 car êrîşî ser cîhên terorîstên DIŞIê hatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin