Kesek bi zanebûn kuştine.
Polîsê Hewlêrê belav kiriye ku 3 kes girtine ku bi zanebûn keseke din kuştin.
Polîsê Hewlêrê eşkere kiriye ku ev 3 kesên han ku du zilam û jinekin, jiber kêşeyeke civakî keseke din bi zanebûn kuştine.
Polîs diyar kiriye ku ev kesên han şêniyên taxa Şaweyis ya Hewlêrê ne û li ser rêya Pîrmamê bi tirimbîla xwe bi zanebûn li keseke din dane û kuştine.
Polîs eşkere kiriye ku di lêkolînên destpêkê de ev her sê kesên han li tawana xwe mokir hatine û niha dosyeya wan radestî dadgehê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin