Li balefirxaneyê ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Îro danê êwarê wezîrê derve û Cîgirê Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya naventewî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa û Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare Cîgirê Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê li gel Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê bicive.
Weke tê zanîn Mihemed bin Ebdulrehman îro danê sibê li Bexdayê bû û piştî bi dawî anîna civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê, serdana Kurdistanê jî kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin