Civîn li Bexdayê tê lidarxistin.
Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, îro Serokwezîrê Urdinê Beşîr Hanî Xesawine pêşwaziya şanda hemahengîkar ya Urdin, Misir û Îraqê kiriye.
Di civînê de ku Şahê Urdinê jî têde beşdar bûye, giftûgo derbarê amadekariyên pêwîst yên bo civîna sê alî ya di navbera Misir, Îraq û Urdinê de yaku biryare di demeke nêz de li Bexdayê were lidarxistin hatiye kirin.
Her di heman civînê de giftûgo li ser wan mijaran hatiye kirin ku vê bibin rojeva civîna sê alî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin