169 rayedarên din yên artêşa Tirkiyeyê hatin girtin

operasiyon li îzmîr û Enqereyê hatiye lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Bi hinceta endam bûn di cemaeta gulen de hatine girtin.

Di çarçoveya operasiyonên dijî endamên cemaeta Gulen di nava artêşa Tirkiyeyê de, îro li her du bajarên Îzmîr û Enqereyê bi fermana dozgeriya giştî du operasiyonên din bi awayeke hevdem hatin lidarxistin.

Di encama wan operasiyonan de li Îzmîrê 150 û li Enqereyê jî 19  Efser, endam û rayedarên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta endam bûn di cemaeta Gulen de hatin girtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.