​​​​​​​Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

heta niha 358 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

 

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên jiyana xwe ji dest dane mêrek ji Hesekê û Jinek ji Dêrikê ye.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 103 kesên din bi vîrusa koronayê ketine ew jî 58 mêr in û 45 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 21

Qamişlo: 48

Dêrik: 5

Girkê Legê: 6

Rimêlan: 1

Dirbêsiyê: 2

Reqa: 9

Tebqa: 5

Dêrazor: 4

Kobanê: 1

Kampa Holê: 1

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 9 hezar û 221 kesan ji wan; 358 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 274 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.