Di 2 salan de ev 4mîn care hilbijartin tê kirin.
Di çarçoveya qirîza siyasî û parlemenî ya li Îsraîlê de, heta niha hikûmeteke mayinde nehatiye avakirin lewre li vê welatî hilbijartinên pêşwext tên kirin.
Îro sêşem 23ê Adarê, dîsa xelkê Îsraîlê li ser sendoqên dengdanê bûn.
Di nava 2 salan de ev 4mîn care ku li Îsraîlê hilbijartin tênkirin.
Prosesa dengdanê ji seat 8ê sibê destpê kiriye û biryare heta 10 şevê berdewam be.
Ji aliyeke din ve pispor behsa vê yekê dikin ku eger heye di vê hilbijartinê de jî qirîza ava kirina hikûmetê neyê çareserkirin û dîsa hilbijartin were kirin.
Li Îsraîlê bi giştî 6 miliyon û 578 hezar û 84 welatî xwedan mafê dengdanê ne.
Bo ava kirina hikûmetê li Îsraîlê li parlementoya 120 korsî, lazime aliyê serkeftî yê ku hiûkmetê ava bike 61 korsiyan bidest bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin