Li Îraqê zêdetir ji 4 hezar û 500 kes bi Koronayê ketin

di nava 24 seatan de 29 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

Zêdetir ji 14 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê îro duşem ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 4 hezar û 655 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê herwiha eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 29 berketî canê xwe ji dest dane û bi vê awayî heta niha li Îraqê bi giştî 14 hezar û 36 kes jiber Koronayê li Îraqê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.