Dibêje ev cudatiyên han gelek mezin û bibandorin.
Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg di gotareke xwe de behsa têkiliyên navbera NATO û Tirkiyeyê û herwiha têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê kir.
Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku niha gelek cudatiyên hizrî yên mezin û bibandor bi navbera Tirkiye û YEê de hene û cudatiyên hizrî yên di navbera Tirkiye û NATOyê steratejîk, girîng û metirsîdarin.
Nav hatî diyar kiriye ku hinek ji wan cudatiyan ewin, kêşeya sîstema berevaniya mûşekî ya S400, kêşeya Yûnanistan û Rojhilatê behra Spî û mafên demokratîk.
Stoltenberg herwiha diyar kiriye ku ev jiber pêngav û çalakiyên Tirkiyeyê li deverê de gelek bifikare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin