Biden û Harris bo danenasîna paketa alîkariyê serdana hin eyaletan dikin

xelkê Amerîkayê piştîvaniya pakêca han dike.
کوردستان TV
100%

 

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Cîgira wî Kamala Harris bo danenasîna paketa alîkariyê ya 1,9 trîlyon dolarî dê serdana hin eyaletan bike.

Biden dê berê here Pennyslvania û Harris û hevjînê wî Doug Emhoff dê derbazî Nevada û Colorado bibin.

Hevjîna Serok Biden, Jill Biden dê îro duşemê li New Jerseyê be û dûre jî dê here New Hampshire.

Joe Biden jî dê roja sêşemê li Pennsylvania be û ew dê roja Înê here Atlanta.

Li gor anketeke CBS, 75 ji sedê Amerîkîyan piştgiriyê didin paketa alîkariyê.

Biden ew paketa 1,9 trîlyon dolarî roja Pêncşemê îmza kiribû.

Paket li Kongresê bi erêkirina Demokratan hatibû pejirandin.

Komarîyan dîyar kiribûn budçeya paketê zêde ye û piştgiriya wê nekiribûn.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.