Beriya demekê hatibûn girtin.
Navenda Hengawê ya mafên mirovan belav kir ku hêzên rejîma Îranê ev 5 çalakvanên Kurd yên ku meha derbasbûyî binçav kiribûn, şandine girtîgehê.
Li gor daxuyaniya Hengawê, ev her 5 çalakvanên Kurd niha li girtîgeha navendî ya Ormiyeyê ne.
Ev her 5 çalakvanên Kurd jiber kar û çalakiyên xwe meha derbasbûyî ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatibûn binçavkirin û piştî bi dawî hatina lêpirîsana wan û derbas kirina mehek di girtîgehên taybetî yên îtlaatê de, bo girtîgeha navendî ya Ormiyeyê hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin