Beriya 30 salan ji destê rejîma dagîrker hate rizgarkirin.
Di çarçoveya raperîna mezin ya gelê Kurdistanê ya li dijî rejîma dagîrker û dîktator ya Besê de yaku di Adara sala 1991an dest pê kiribû, bajarê Dihukê jî hate rizgarkirin.
Di destpêkê de Raperîn li devera Raniyeyê ( Raperînê) destpê kir û pêl bi pêl, Kurdistanî li gund, bajar û bajar û bajarokan li dijî rejîma Bes dest bi serhildanê kirin û Kurdistan ji destê dagîrkeran rizgarkir.
Her di çarçoveya raperîna han de di roja 14ê Adara 1991an de, bajarê Dihukê jî weke bajar û deverên din yên Kurdistanê ji destê dagîrkeran hate rizgarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin