Îro 51 sal bi ser îmze kirina rêkeftina 11ê Adara 1970an di navbera rejîma Îraqê û Serkirdatiya Kurd re derbas dibe û bi vê minasebetê Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi rêzdarî ve 51mîn salvegera îmze kirina rêkeftina 11ê Adara 1970an bi bîrtînin ku berhemê xebat û têkoşîna gelê me ya li şoreşa mezin ya Eylûlê bû.
Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê de bû ku yekem car bû hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate îsbatkirin ku desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zordariyê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir bû, Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomar kirin.
Her çende rêkeftinnameya 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û pêngavên mezintir yên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.
Di vê bîranîna pîroz de di demek de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn kum înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe dinasê û destberdarê wan nabê.
Mesûd Barzanî
11.03.2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin