Şer li Bakûrê Helebê derketiye û cîhadiyek jî hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, duhê bi şev li Bakûrê Helebê li derdorê gundê Kefir Xaşir şereke dijwar di navbera cîhadiyên Tirkiyeyê û şervanên YPGê de çê bûye.
Di encama şerê han de herî kêm cîhadiyek hatiye kuştin û pişt re jî cîhadiyên Tirkiyeyê û artêşa Tirkiyeyê bi hevre dest bi topbaran kirina gundên li deverê kirine.
Ji aliyeke din ve duhê jî artêşa Tirkiyeyê komeke din ya cîhadiyan û hêzên komando yên xwe veguhastiye devera Efrînê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin